Hezîran 03, 2023 09:34 Asia/Tehran
  •  Hevdîtina Lavrov û Emîr Ebdulahiyan li Cape Town`ê

Wezîrên karên Derve yên Îran û Rûsiyê li kêleka civîna Hevalên Brîksê hevdîtin pêk anîn.

Huseyn Emîr Ebdulahiyan, Wezîrê karên Derve yê Îranê duh îniyê di kêleka civîna ``Hevalên Brîksê`` ku li Kîptownê yê Efrîqaya  başûrî hat lidarxistin, bi Segeyî Lavrov, Wezîrê karên Derve yê Rûsiyê re hevdîtin pêk anî.

 Emîr Ebdulahiyan û Lavrov di vê civînê de derbarê mijarên li gor elaqetên her du aliyan û  mijarên navçeyî û navneteweyî hevdîtin û gotûbêj kirin.

 Wezîrê karên Derve yê Îranê ku jibo beşdariya di civîna ``Hevalên Brîksê``sefera Efrîqaya başûrî kiriye, di kêleka vê civînê heta niha bi hevtayên xwe yên îmaratî û Efrîqaya başûrî yên xwe  re cida hevdîtin pêk aniye.

 Koma Brîksê van welatan  digre ber xwe ku teze ketine nav geşatiya aborî li cîhanê, yanê Brazîl, Rûsiye, Hindistan, Çîn û Efrîqaya başûrî ku ji babet nifûsê va nîva nifûsa cîhanê  pêk tînin û  sedî 30 yê pan û berîniyan cîhanê  girtine ber xwe û çar yekê sermayeguzariiya li cîhanê di van welatan de cih tê.

 Civîna  Wezîrê karên Derve yên Brîksê ku li bajarê Cape Townê ya Efrîqaya başûrî yê were lidarxistin, derfeteke baş  e bo diyarkirina perspektîv û bernameyên Îranê bo endametiya nav vê yekitiya aborî  û her wiha rawêjkariya bi endaman re bona endametiya Îranê nav vê yekitiya aborî.

Serepeyv