Vîdyo | Xwezaya Sîlvanayê; Beheşta geştyariyê ya Azerbaycana Rojava
May 09, 2023 16:07 Asia/Tehran
Navçeya geştyariyê ya Sîlvanaya Ûrmiyeyê di rojên biharê da weke tabloyekê gelekî xweşik û ciwan e.
Li gorî rapora IRAN Press'ê, Xwezaya rengîn, kaniyên zehf, mirovên dilovan û mêvanperwer, ev navçeya xweşik û sipehî kiriye beheştek ji bo geştyaran.
Beşa Sîlvanayê li parêzgeha Azerbaycana Rojava û li zîvala sînorî ya welatên Tirkiye û Iraqê ye.
Ev navçeya çiyayî bi derfetên cûrbicûr ên geştyariyê ji wan Pîsta Skiyê ya Xoşakûyê, Çiyayên Bozê Sîna û Dalanperê, Sûlavên Sûledûkel û Sûlîkê, Daristana Bavan û Gola Sîlvanayê her sal nemaze di demsala biharê da mazûvana geştyar û hezkiriyên xwezayê ye.