Emîr-Ebdullahiyan: Îran piştgirîyê dide aramiya li Libnanê
Nîsan 27, 2023 17:54 Asia/Tehran
Wezîrê Karên Derve yê Îranê di hevdîtina digel Serokwezîrê Libnanê da tekezî li ser piştevaniya Îranê ji aramiyê li Libnanê, piştevaniya ji hikûmet, gel, Berxwedan û Artêşa vî welatî kir.
Li gorî nûçeya IRNA’yê, ‘Hisên Emîr-Ebdullahiyan’ Wezîrê Karên Derve yê Îranê di serdana xwe ya Beyrûtê da digel ‘Necîb Mîqatî’ Serokwezîrê Karrêkxer ê Libnanê hevdîtin pêk anî.
Emîr-Ebdullahiyan di hevdîtina digel Serokwezîrê Libnanê da tekezî li ser piştevaniya Îranê ji aramiyê li Libnanê, piştevaniya ji hikûmet, gel, Berxwedan û Artêşa vî welatî kir.
Mîqatî jî Îran wek welatekî girîng li navçeyê zanî û tevî sipasiya ji Tehranê ji ber helwêstên avaker derheq Libnanê, ser girîngiya danûstandinên heyî teqez kir.