Nîsan 25, 2023 16:39 Asia/Tehran
  • Wezîrê Karên Derve yê Îranê berê xwe da Omanê

Wezîrê Karên Derve yê Îranê li ser vexwendina hevpêşeyê xwe yê omanî û ji bo hevdîtina digel rayedarên vî welatî ji bo şêwirînên navçeyî, di serê desteyekê da berê xwe da Mesqeta paytexta Omanê.

Li gorî rapora IRNA’yê, ‘Hisên Emîr-Ebdullahiyan’ Wezîrê Karên Derve yê Îranê di serdana Omanê da ji bilî hevdîtina digel ‘Seyid Bedr Bin Hemed El Bûseîdî’ Wezîrê Karên Derve yê Paşatiya Omanê, dê digel rayedarên din ên omanî jî derbarê rûdanên herî girîng ên navçeyê, peywendiyên dualî û danûstandinên navneteweyî bişêwire.

Paşatiya Omanê bi salan e ku ji şirîkên aborî û siyasî yên herî girîng ên Komara Îslamî ya Îranê li navçeyê û peywendiyên stratejîk ên Tehran û Mesqetê, du welat kirine dostên pêbawer ên hevdu.

 

 

Serepeyv