Îran, Hind û Ermenistanê li Yêrîwanê civîneke sêqolî li dar xistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i340831-Îran_hind_û_ermenistanê_li_yêrîwanê_civîneke_sêqolî_li_dar_xistin
Dora yekem a şêwirînên siyasî navbera wezaretxaneyên derve yên Îran, Hind û Ermenistanê li Yêrîwanê hat lidarxistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 21, 2023 14:04 Asia/Tehran
  • Îran, Hind û Ermenistanê li Yêrîwanê civîneke sêqolî li dar xistin

Dora yekem a şêwirînên siyasî navbera wezaretxaneyên derve yên Îran, Hind û Ermenistanê li Yêrîwanê hat lidarxistin.

Li gorî rapora Tasnim News'ê, Di vê civînê da ku 'Minatsakan Seferiyan' Alîkarê Wezîrê Derve yê Ermenistanê, Seyid Resûl Mûsewî Destyarê Wezîr û Rêveberê Giştî yê Asyaya Başûr li Wezareta Derve ya Îranê û Cîtender Pal Sîng Serokê Rêveberiya Giştî ya Navçeyî Wezareta Karên Derve ya Hindê serokatiya van taximan girtibûn ustiyê xwe.

Sê alî di vê civînê da derbarê mijarên têkildarî rêyên têkiliya aborî û navçeyî axivîn û asoyên xurtkirina peywendiyên çandî û hevkariyên sêalî di warên cûrbicûr da hilkolandin.