Gotûbêja Wezîrê Karên Derve yê Îranê digel hevpîşeyên omanî û beljîkî
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê bi hevpîşeyên xwe yên omanî û beljîkî ra derheq pêşxistina peywendîyên digel wan welatana gotûbêj kir.
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê ‘Hisên Emîr- Ebdullahîyan’ di peywendîya telefonî ya digel Wezîrê Karên Derve yê Omanê ‘Bedir Bûseîdî’ da, tevî pîrozkirina eyda bimbarek a Fitrê, bi wî ra derbara peywendîyên dualî û dosîyên girîng ên herêmî û navneteweyî da qise kir.
Peywendîyên Îran û Omanê di çend dehsalîyên vê dawîyê da tevî gêreyên li Kendava Farsê û hewla Amerîkayê ji bo tundkirina Îranfobîyayê, hertim li gorî rêzgirtin û berjewendîya dualî bûne.
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê ‘Hisên Emîr- Ebdullahîyan’ şeva buhurî herwiha di peywendîya telefonî ya digel Wezîra Karên Derve ya Beljîkê ‘Haca Lehbîb’ê da, dawîn rewşa peywendîyên her du welatan û babetên konsolî hilkolandin.
Emîr- Ebdullahîyan di vê peywendîya telefonî da amajeyî peywendîyên dîrokî yên Komara Îslamî ya Îranê û Beljîkê kir û hêvî kir ku peywendîyên her du welatan bi giranîya karkirina ser rêçareyên kêrhatî zêdetir ji ber bên berfirekirin.
Wezîra Karên Derve ya Beljîkê jî dîyar kir ku hêvî dike hevkarîyên her du weltan bên pêşxistin û pêgirî ser pêwîstîya hewla hevpar ji bo derbasbûna ji berbendan û berfirekirina peywendîyên dualî kir.