Nîsan 14, 2023 19:02 Asia/Tehran
  • Nîceryayîyên niştecihê Îranê beşdarî meşa Roja Cîhanî ya Qudsê bûn

Nîceryayîyên niştecihê Îranê beşdarî meşa Roja Cîhanî ya Qudsê li Tehranê bûn.

Li gorî rapora ISNA’yê, Meşa Roja Cîhanî ya Qudsê îro anku Înîyê li Tehran û seranserî Îrana îslamî bi dirûşmeya mihwerî ya “Filistîn mihwera Yekitîya Cîhana Îslamê; Quds di bere berê Rizgariyê da ye” hat lidarxistin.

Li gorî vê raporê, Nîceryayîyên niştecihê Îranê jî hevrê digel gelê Îrana îslamî beşarî meşa Roja Cîhanî ya Qudsê li Tehranê bûn.

Hêjayî gotinê ye, îro 14ê Nîsanê hevgavê 23yê Remezanê Roja Cîhanî ya Qudsê ye.

Dawîn Înîya meha bimbarek a Remezanê li gorî destpêşxerîya Imam Xumeynî (RE) xîmdanerê Komara Îslamî ya Îranê, Roja Cîhanî ya Qudsê hatîye binavkirin.

Piştî ku dawîn Înîya meha bimbarek a Remezanê wek Roja Cîhaîn ya Qudsê hat binavkirin, gelên misilman bi çavê pêwîstîyekê li meseleya Filistînê di çarçova piştgirîya ji gelên zilimlêkirî mêze dikin.

Îsal hevdem digel meşa Roja Cîhanî ya Qudsê, bo cara yekem meşa deryayî ji bo piştevaniya ji gelê bindest ê Filistînê li welatên Bereya Berxwedanê yên xwedî perav û deryayê bi cih hat.

 

Serepeyv