Balyozxaneya Îranê li Enqereyê: Têhran destwerdana di karên navxweyî yên Tirkiyê de nake
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i340688-balyozxaneya_Îranê_li_enqereyê_têhran_destwerdana_di_karên_navxweyî_yên_tirkiyê_de_nake
Balyozxaneya Îranê li Tirkiyê îdîayên ku ji aliyê belavokeka tirkîyeyî li ser lidarxistina rêûrisma fitarê bo partî û tevgerên curbicur ên siyasî hatine raberkirin, red kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 14, 2023 15:05 Asia/Tehran
  • Balyozxaneya Îranê li Enqereyê: Têhran destwerdana di karên navxweyî yên Tirkiyê de nake

Balyozxaneya Îranê li Tirkiyê îdîayên ku ji aliyê belavokeka tirkîyeyî li ser lidarxistina rêûrisma fitarê bo partî û tevgerên curbicur ên siyasî hatine raberkirin, red kirin.

Balyozxaneya Îranê li Tirkiyê amajeyî rexneya belavokeke vî welatî ya li ser hevdîtin û bernameyên balyozxaneya Îranê di meha bimbarek a Remezanê da û vexwendina hin kom û tevgerên siyasî kir û ragihand: Ev mêvandarî pişkek ji nerît û erfên balyozxaneya Îranê di meha pîroz a Remezanê da ne û Îran xwe têkilî karûbarên navxweyî yên Tirkiyê nake.

Di daxuyaniya balyozxaneya Îranê li Tirkiyê da hatiye: Di eynî demê da Îran û Tirkiye di mesele û mijarên fenanî qeyrana Sûriyê da bi hev re hevkarî dikin ku di çarçoveya pêvajoya Astaneyê da tê şopandin.

Belavoka Yeni Şafak’ê amajeyî hin hevdîtinên ku li balyozxaneya Îranê û di rêûrismên fitarê yên di meha bimbarek a Remezanê da pêk hatine kir û îdia kir ku ev hevdîtin bi partiyên neyarê hikûmetê re pêk hatine û di wan hevdîtinan da mijara derketina leşkerên Tirkiyê ji Sûriyê hatiye hilêxistin.

Yeni Şafak bi helwêstên xwe yên dijî Îranê û dijayetiya bi siyasetên Îranê yên têkildarî navçê tê naskirin.