Nîsan 11, 2023 15:23 Asia/Tehran
  • Kenanî: Welatên îslamî divê nehêlin raya giştî ji ser meseleya Filistînê bê xalifandin

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Welatên îslamî berpirsyar in ku nehêlin Rejîma Sîyonîst alûgurên sîyasî yên herêmê ji bo xalifandina raya giştî ji ser meseleya Filistînê bi kar bîne.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê ‘Nasir Kenanî’ derbara alozîyên vê dawîyê li Erdên Dagirbûyî yên Filistînê da herwiha got: Pêwîst e ku civaka navneteweyî di warê piştgirîya ji gelê Filistînê da rolê wergire.

Kenanî dîyar kir ku rola welatên îslamî jî di warê piştgirîya ji gelê Filistînê da çi piştgirîya sîyasî û çi di civakên navneteweyî da be, dîyarker û girîng e û got: “Rola welatên misilman di meseleya Filistînê da ciddîtir û girîngtir e.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê herwiha got: “Rejîma Sîyonîst gefek dijî istiqrar û ewlehîya herêmê ye û welatên îslamî berpirsyar in ku pêşîya sîyaseta Israyîlê ya dagirkerîyê bisekinin.”

Kenanî herwiha got: “Gelê Filistînê di rêza pêşîn a têkoşîna himberî rejîmekê da bûye ku terorîsmê hinardeyî welatên herêmê dike û alîkarîya bo gelê Filistînê piştgirîya ji milletekî mezlûm û pêngav û tivdîrek ji bo giritna pêşîya kiryarên Rejîma Sîyonîst ên terorîstî û girtina pêşîya hinardekirina terorîsma rêkxistinkirî li herêmê ye.”

 

Serepeyv