Emîr- Ebdullahîyan: Hevkarîya Îranê û Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomê didome
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i340490-emîr_ebdullahîyan_hevkarîya_Îranê_û_ajansa_navnetewî_ya_enerjîya_atomê_didome
Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê got: Hevkarîya Îranê û Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomê û vegera gişt alîyên rêkevtinama navokî ser sozên xwe hela jî di destûrkarê da ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 31, 2023 12:43 Asia/Tehran
  • Emîr- Ebdullahîyan: Hevkarîya Îranê û Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomê didome

Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê got: Hevkarîya Îranê û Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomê û vegera gişt alîyên rêkevtinama navokî ser sozên xwe hela jî di destûrkarê da ye.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê Hisên Emîr- Ebdullahîyan di gotûbêja digel beşa ingilîsî ya şebekeya Al Jazeera`yê da herwiha got: Hikûmeta Îranê bi merema lihevkirin û vegera gişt alîyan ser sozên di rêkevtinnama navokî da bi awayekî ciddî ket dewrê û çend hefte û mehan li Vîyenê bi wekîlên Ûrsêt, Alman, Fransa, Brîtanîyayê ra bi awayê rasterast û bi wekîlê Amerîkayê ra jî bi awayê nerasterast gotûbêj kir û peyam li hev guhertin.

Emîr- Ebdullahîyan dîyar kir ku di ajaweyên di payîza buhurî da li Îranê hin welat ji wan Amerîka bi destwerdanê karekî şaş kirin û got: Bi destpêbûna ajaweyan li hin şarên Îranê di payîza buhurî da û destwerdana bîyanîyan, danuistandina peyaman di navbera Îranê û Amerîkayê da bi awayekî nerasterast lê çalak bi merema rakirina boykotan hat domandin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê herwiha got: Dîplomasî rêyeke guncav ji bo çareserkirina meseleya navokî ya Îranê ye û muzakireyên Îranê û Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomê di asta teknîkî da didomin.