Adar 29, 2023 17:09 Asia/Tehran
  • Gola Ûrmîyê; qaşa Azerbaycanê mazûvana geştyarên betlaneya Newrozê

Bi destpêbûna betlaneya Newrozê, hêvî û jîyan li gola Ûrmîyê pêl vedide û sîyarbûna dubare ya li qayiqan bûye sedema şayî ûcoşa geştyaran û rêwîyên betlaneya Newrozê.

Rêwîyên ku derketine betlaneya Newrozê û bera xwe dane parêzgehên Azerbaycana Rojhilat û Azerbaycana Rojava, gola Ûrmîyê wek ciyê sereke yê gerr û seyranê bijartine.

Piştî ku veguhestina ava bendava Kanî Sipîyê ber bi gola Ûrmîyê va dest pê bû û asta ava vê golê bilind bû, gola Ûrmîyê vejîyaye û wek qaşa Azerbaycanê van rojana mazûvanîya geştyaran dike.

Asta ava gola Ûrmîyê di van rojên dawîyê da ji milyardek û 570 milyon metrekûpê derbas bûye û hêvîya ji bo vejîyandina tam a gola herî mezin a şor a herêma rojavaya Asyayê zêdetir bûye.