Tîrmeh 29, 2025 17:41 Asia/Tehran
  • Holendê xwest zexta ser Rejîma Sîyonîst were zêdekirin

Serokwezîrê Holendê xwest ku bi hegera qeyrana mirovî ya li Zîvala Xezzeyê, zext û zora ser Rejîma Sîyonîst were zêdekirin.

Dîk Isxof got: Amesterdam di halê hilkolandina hin pêngavan ji bo zêdekirina zexta ser Rejîma Sîyonîst da ye, heke Tel Avîvê ser rêya alîkarîyên mirovdostîyê yên bo niştecîyên Zîvala Xezzeyê astengîyan derxe. 

Wî pêgirî kir: Heke YEyê bigihîje vê encamê ku Rejîma Sîyonîst sebebkarê qutkirina alîkarîya bo filistînîyan e, Holend jî yê piştgirîyê bide plana taloqkirina sûdwergirtina Rejîma Sîyonîst ji Sindoqa Harîzon a Ewrûpayê.

Serepeyv