Adar 21, 2023 20:35 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: “Amerîkî heyîrî û damayî ne”

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li kombûna mezin a ziyaretkerên Herema paqij a Îmam Reza (S) û niştecihên bajarê Meşhedê, navenda parêzgeha Xorasana Rezewî, tevî amajeya bi sergirdaniya Amerîkayê li navçeyê, tekez kir: “Amerîkî heyîrî û damayî ne.”

Hezretê Ayetullah Xamineyî Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî îro (Sêşemî) di roja yekem a Sala Nû da li koma mezin a ziyaretkerên Herema paqij a Îmam Reza (S) û niştecihên bajarê Meşhedê, got: “Rê û siyaseta nîzma Komara Îslamî li navçeyê diyar e û em dizanin ku çi dikin.”

Wî di dewamê da got: “Lê amerîkî heyîrî û damayî ne, ji ber ku eger li navçeyê bimînin, weke Efxanistanê dê tûşî nefreta ber bi zêdebûnê ya gelan bên û neçar bibin ku terka navçeyê bidin û eger jî biçin, dê tima û berjewendiyên xwe ji dest bidin, ku ev sergirdanî nîşana lawaziya wan a aşkira ye.”

Wî “Darbe, boykot, zextên siyasî, hêrişa medyayî ya bêmînak, komployên ewlehî û boykotên aborî yên bêmînak” wek hin berûlayên komployên dijminan ên berdewam bi nav kirin û got: “Di dora vê dawiyê ya van dijminatiyan da, serokên Amerîka û hin welatên ewropî aşkira pişta aajawegêriyên ku sala derbasbûyî ji aliyê rêjeyeke gelekî hindik va hatibûn birêxistin, girtin û bi cûreyên piştgiriyên bi çekan, siyasî, darayî, ewlehî û medyayî hewl dan ku qet nebe Komara Îslamî lawaz bikin, lê li meydanê berovajî vê armancê pêkk hat û Komara Îslamî li hemberî vê komploya cîhanî bi ser ket û nîşan da ku bihêz û xurt e.”

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî pêşketina di zanist û teknolojiyê da û cihgirtina di reza welatên sereke yên cîhanê da li warên wekî Nano û Biyoteknolojiyê, pêşketina di warên tenduristî, Hewa-feza, navokî, berevanî, binesazî, navendên dermanî û tenduristî, palîngeh û warên din bi bîr xistin û got: “Di warê peywendiyên derveyî da jî hewldana dijminan ji bo xistina Îranê nav rewşa tecrîd û îzolasyonê tûşî şikestê bûye û Komara Îslamî bi qahêmkirina sedî sed a peywendiyên xwe bi Asyayê ra, ji niha û pê va jî dê berfirehkirina peywendiyên siyasî, aborî, zanistî û teknîkî digel welatên girîng ên vê navçeyê bidomîne.”

Wî got: “Endamtiya li hin peymanên girîng ên navçeyî û xurtkirina peywendiyan digel Afrîqa û Amerîkaya Latîn ji pêşketinên din ên di warê peywendiyên derveyî da ne; tevî ku em digel ewropiyan jî neqehirîne û eger ew dev ji şopandina siyaset û rêbazên Amerîkayê berdin, em amade ne bi wan ra bixebitin.”

 

Serepeyv