Damezrandina ‘Korîdora Bakur-Başûr’ bi hevkariya Îran û Rûsyayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i340290-damezrandina_korîdora_bakur_başûr’_bi_hevkariya_Îran_û_rûsyayê
Wezîrê Aborî û Darayiyê yê Komara Îslamî ya Îranê got: Tehran hêvî dike bi hevkariya Moskowê heta sala 2025’an ‘Korîdora Bakur-Başûr’ a tranzîtê were kemlandin û bikeve gerrê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 21, 2023 14:15 Asia/Tehran
  • Damezrandina ‘Korîdora Bakur-Başûr’ bi hevkariya Îran û Rûsyayê

Wezîrê Aborî û Darayiyê yê Komara Îslamî ya Îranê got: Tehran hêvî dike bi hevkariya Moskowê heta sala 2025’an ‘Korîdora Bakur-Başûr’ a tranzîtê were kemlandin û bikeve gerrê.

Derbasgeha Tranzîta Navneteweyî ya Bakur-Başûr, rêyeke çendalî ji Senpeterzburga Rûsyayê bo bendera Bembeyîyê li Hindê bi dirêjatiya 7 hezar û 200 Kîlomitrî ye.

 Ev korîdora dewsa rêya deryayî ya kanala Suêzê digre ku Ewropa, welatên derdora Kendava Farsê û Oqyanûsa Hindê girêdide hev.

 Îhsan Xandûzî, Wezîrê Aboriyê yê Komara Îslamî ya Îranê got: “Em di warê projeya korîdora bakur bo başûr gelekî cidî ne û em van karûbaran bi micidî dişopînin.”

 Xandûzî her wiha got: “Renge Amerîka hez neke Îran bibe wek derbasgeheke stratejîk a aborî lê Îran û Rûsyayê ser ser vê armancê li hev kirine.