Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê çû Imaratê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i340152-sekreterê_konseya_bilind_a_ewlehiya_neteweyî_ya_Îranê_çû_imaratê
Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê ji bo hevdîtin û gotûbêja bi rayedarên payebilind ên Imaratê, berê xwe da Ebû Zebiyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 16, 2023 11:51 Asia/Tehran
  •  Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê çû Imaratê

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê ji bo hevdîtin û gotûbêja bi rayedarên payebilind ên Imaratê, berê xwe da Ebû Zebiyê.

Li gorî rapora ISNA’yê, Di vê serdanê da Serokê Giştî yê Banka Navendî, Serokê Saziya Îtilaata Derveyî ya Wezareta Îtilaatê û Destyarê Wezîrê Karên Derve di karûbarên welatên derdora Kendava Farsê hevrêtiya “Elî Şemxanî” Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê dikin.

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê beriya terikandina Tehranê got: Siyaseta hikûmeta sêzdehem a Îranê berfirehkirina hevkariyên navçeyî ye û ev yek di çarçova dîplomasiya cînaretiyê tê şopandin.