Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê dê seredana Imaratê bike
Adar 15, 2023 14:01 Asia/Tehran
Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê Elî Şem`xanî dê li gorî gazîkirina fermî ya hevpîşeyê xwe seredana Imaratê bike.
Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê yê li Ebûzebîyê bilî muzakireya digel hevpîşeyê xwe yê imaratî, bi rayedarên din ên pillebilind ên imaratî ra derbara meseleyên di navbera her du welatan da û yên herêmî û navnetewî gotûbêjê bike.
Berpirsên pillebilind ên aborî, darayî û emnî jî yê digel Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê seredana Imaratê bikin.