Îran û Rûsya erebeya hevpar berhem tînin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i340130-Îran_û_rûsya_erebeya_hevpar_berhem_tînin
Alîkarê Pêşeyên Veguhestinê yê Wezareta Pêşe, Maden û Bazirganiyê ya Îranê qala berhemanîna erebeya hevpar ji aliyê Îran û Rûsyayê va kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 14, 2023 15:50 Asia/Tehran
  •  Îran û Rûsya erebeya hevpar berhem tînin

Alîkarê Pêşeyên Veguhestinê yê Wezareta Pêşe, Maden û Bazirganiyê ya Îranê qala berhemanîna erebeya hevpar ji aliyê Îran û Rûsyayê va kir.

Li gorî rapora IRNA’yê, “Menûçêhr Mentiqî” Alîkarê Pêşeyên Veguhestinê yê Wezareta Pêşe, Maden û Bazirganiyê ya Îranê bal kişande ser lidarxistina pêşangeha erebeyan a Automobile-T-2022an a Moskoyê û beşdariya çêkerên erebeyan û parçeyên wan ji Îranê di vê pêşangehê da û got: “Di warê berhemanîna hevpar da biryar hat dayîn ku erebeyek wek L-90’ê ku li her du welatan dihat berhemanîn û Îran û Rûsya di berhemanîna wê da bêminet bûbûn, were vejiyandin.”

Mentiqî got: “Hêza herikandinê ya vê erebeyê di destê ti yek ji Îran û Rûsyayê da nebû ku biryar hat dayîn matora AC-5 an jî heman TU5 Plus ji bo wê were bikaranîn.”

Alîkarê Pêşeyên Veguhestinê yê Wezareta Pêşe, Maden û Bazirganiyê ya Îranê bi gotina vêya ku di lihevkirina digel ûrisan da biryar hat dayîn ku ji bilî hinardekirina tam a erebeyan bo vî welatî, hêla berhemanînê ya erebeya TARA’yê li Rûsyayê were damezirandin, got: “Erebeya hevpar a Îran û Rûsyayê dê bi zûtî were nimandin.”