Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Welatên boykotbûyî ji aliyê Amerîkayê va divê bi hevkariyê vê rêbazê ji nav bibin
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bal kişande ser babetên hevpar ên zehf navbera Îran û Bêlarûsê û got: Welatên boykotbûyî ji aliyê Amerîkayê va divê bi hevkariyê vê rêbaza şerkirinê ji nav bibin.
Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, Hezretê Ayetullah Xamineyî Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di hevdîtina digel Alexander Lukashenko Serokkomarê Bêlarûsê û taxima pê ra, yek ji babetên hevpar navbera Îran û Bêlarûsê boykotên zorbêjane yên Amerîka û hin welatên rojavayî zanî û got: Welatên ku ketine bin boykotên Amerîkayê divê bi hevkariyê û avakirina civateke hevpar, rêbaza boykotkirinê ji nav bibin û em bawer in ku ev kar pêkan e.
Hezretê Ayetullah Xamineyî tevî amajeya bi boykotên Amerîkayê li dijî Îranê ji destpêka serkeftina Înqilabê û sepandina boykotên herî giran di heyama 12 salên derbasbûyî da, got: Boykotên giran Îran bi şiyan û hêzên xwe yên hundirîn hesand û di heyama boykotan da rewş ji bo gellek pêşketinan ji bo Îranê xweş bû û welatê me karî di warên cûr bi cûr ji wan “Zanist û Teknolojî”, “Pizîşkî û Biyolojîk”, “Hewa - Feza”, “Navokî” û “Nano”yê da pêşketinên ecêb bi dest bixe.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî tevî bibîrxistina zemîneyên hevkariya Îran û Bêlarûsê ji wan di “Zanist û Teknolojî”, “Bazirganî” û “Çalakiyên siyasî di civatên navneteweyî da”, bal kişande ser rêya derbasbûna bakur bo başûr û got: Avakirina rêya derbasbûna bakur bo başûr li ser xêra du welatan û her wiha Rûsya û navçeyê ye û divê her du alî ji bo avakirina wê hewl bidin.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî got: Lihevkiriname û gotin nabe ku di civînan da bi dawî bên, belkî divê bi şopandina taybet û diyarkirina demajoya diyarkirî, bikevin qada pratîkê.
Serokkomarê Bêlarûsê jî di vê hevdîtinê da tevî diyarkirina kêfxweşiya xwe ya zehf ji hevdîtina bi Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ra got: “Îranê di serdema boykotan da ezmûn û pêşketinine ecêb bi dest xistine û em bawer in ku eger rewşa boykotan bi duristî were bikaranîn, dikare derfetek ji bo pêşketinê be; armanca min ji serdana bo Îranê nasyariya digel destkeftên Îranê ji nêzik va ye.”