Serokê Komara Îslamî ya Îranê: Serdana Lukashenko xala werçerxanê di peywendiyên di navbera Îran û Bêlarûsê de ye
Serokê Komara Îslamî ya Îran di merasima wajokirina reşnivîsa rêkeftinnameya hevkariya di navbera Tehran û Mînskê, serdana serokkomarê Bêlarûsê ya Tehranê wek xala werçerxanê di warê geşatiya peywendiyên dualî da zanîn.
Nexşerêya hevkariya giştalî û heft belgeyên hevkariyê di warên curbicur ên ticarî, veguhestin, cotkarî û çandî de di navbera Komara Îslamî ya Îran û Bêlarûsê hatin wajokirin.
Seyd Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê di vê merasimê de bal kişand ser pêşîneya 30 salan peywendiyên Îran û Bêlarûsê û pêkhatina rêketinnameya nexşerêya tam û tekûz di navbera her du welatan de û got: Ev nexşerê dikare rewşa peywendiyên di navbera her du welatan di pêşerojê de kivş bike bi taybet bi nêrîna stratejêk ku di navbera her du welatan de heye.
Reyîsî bal kişand ser pêşketinên Îranê tevî boykotên dijminan û diyar kir: Komara Îslamî ya Îranê tevî gef û boykotan di vê midehê de kariye ku pêngavên bilind bo pêşketinê hilîne û boykotan ji xwe re bike derfet. Em amade ne ezmûnên xwe di vê dewranê de bi welatê dost, Bêlarûsê re par ve bikin.
Alexander Lukashenko Serokkomarê Bêlarûsê jî di merasima wajokirina reşnivîsîa rêkeftinnameya her du welatan bal kişand ser vê yekê ku ji dawîn serdana wî ya Tehranê 17 sal derbas dibin û teqez kir: Ti boykot û zextekê nekariye pêşiya pêşketina Îranê bigre û eva rastiyek e ku Îrana serbixwe û bihêz rêya xwe didomîne.
Serokkomarên Îran û Bêlarûsê her wiha civîna şandên pilebilind ên her du welatan li Tehranê li dar xistin.
Serokê Komara îslamî ya Îranê di vê civînê de peywendiyên di navbera Îran û Bêlarûsê di 30 salên derbasbûyî de baş û kêrhatî nirxandin û li ser bikaranîna zirûfên heyî bo lezgînkirin û xurtkirina peywendiyên dualî teqez kir.
Serokkomarê Bêlarûsê her wiha bal kişand ser helêwstên hevpar ên Îran û Bêlarûsê di warê rawestana li ber yekalîşopiyê û daxwaza veguhartina zêdetir a zirûfên her du welatan di warên curbicur ên pêşeyî, cotkarî, veguhestin û teknolojiyê kir.