Îran û Mûrîs hevkariyên xwe di warê avjîmeniyê da berfireh dikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i340016-Îran_û_mûrîs_hevkariyên_xwe_di_warê_avjîmeniyê_da_berfireh_dikin
Serokê Rêxistina Avjîmeniyê ya Îranê qala berfirehkirina hevkariyên Îran û Mûrîsê di warê avjîmeniyê da kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 09, 2023 13:06 Asia/Tehran
  • Îran û Mûrîs hevkariyên xwe di warê avjîmeniyê da berfireh dikin

Serokê Rêxistina Avjîmeniyê ya Îranê qala berfirehkirina hevkariyên Îran û Mûrîsê di warê avjîmeniyê da kir.

Mûrîs (Mauritius) welatekî giravî li başûrê parezemîna Afrîqayê û li nav Oqyanûsa Hindê ye û dikeve derdora 900 kîlomitriya welatê Madagaskarê.

Li gorî rapora Wezareta Cîhada Çandiniyê ya Îranê, “Seyid Husêyn Husêynî” Serokê Rêxistina Avjîmeniyê ya Îranê di şêwirîn û gotûbêja digel rayedarên Mûrîsê da behsa hevkariyên dualî di warê avjîmeniyê da hilêxist û di dawî da du aliyan ji bo bidestxistina armancên hevpar li hev kirin.

Serokê Rêxistina Avjîmeniyê ya Îranê got: Ji bo çêkirin û şandina qayîqên masîgirtinê bo Mûrîsê û sermayeguzariya di çalakiyên avjîmenî û xwedîkirina avjiyan amadetî heye.

“Seyid Husêyn Husêynî” got: Ji ber ku Mûrîs welatekî tûrîstî û geştyarwergir e, hinardekirina Meygoyan bo vî welatî dikare ji aliyê beşa sivîl va pêk were.

Wezîrê Avjîmeniyê yê Mûrîsê jî di hevdîtina bi Serokê Rêxistina Avjîmeniyê ya Îranê ra, amadetiya welatê xwe ji bo bazirganiya avjiyan (masî, meygo û hwd) digel Îranê û hebûna qayîqên îranî li vî welatî ragihand.