Adar 08, 2023 15:25 Asia/Tehran
  • Wezîrê Karên Derve yê Îranê li Enqereyê bi hevpîşeyê xwe yê tirkiyeyî ra hevdîtin pêk anî

Wezîrê Karên Derve yê Îranê û hevpîşeyê xwe yê tirkiyeyî li Enqereyê hevdîtin pêk anîn.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê bi mebesta serdana navçeyên erdhejlêqewimî li Tirkiyê û hevdîtina bi rayedarên vî welatî ra serdana Enqereyê kiriye.

‘Hisên Emîr-Ebdullahiyan’ Wezîrê Karên Derve yê Îranê êvara Sêşemiyê di dema gihîştina bo Tirkiyê da li balefirgeha Esenboga’yê ya Enqereyê, got ku ew ji bo hevxemiyê û di dewama alîkarîgihandina gel û dewleta Îranê bo ziyandîtiyên erdhejê li Tirkiyê çûye vî welatî.

Li gorî rapora IRNA’yê, Wezîrê Karên Derve yê Îranê îro anku Çarşemî bi ‘Mewlûd Çawûşoglû” Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê ra hevdîtin û gotûbêj kir.

 

Serepeyv