Adar 06, 2023 14:26 Asia/Tehran
  • Kenanî: “Helahela û derewgotinên medyayan derbarê Îranê de, ne tişteke teze ne”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku helahela û derewgotinên medyayan derbarê Komara Îslamî ya Îranê de teze nînin û destnîşan kir ku di mehên derbasbûyî de ji ber hegerên curbicur ev helahela û derewgotin berfirehtir jî bûne.

“Nasir Kenanî” Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê êvara Yekşemiyê di twitterê de nivîsî, hegereke pir giring eva ye ku Rejîma apartayd a Îsraîlê ev demek e tûşî nakokiya siyasî, alozî, gêresaziyên li kolanan û qeyrana navxweyî bûye.

 Kennaî her wiha got, nuximandina rastiyan, yê alîkariya Rejîma Siyonîst neke ku ji çarenivîsa xwe ya hetmî ya têkçûyînê rizgar bibe.

 Di heftiyên derbasbûyî de, bi dehan bajar ji bakur heta başûrê Filistîna Dagirbûyî ji wan Til Avîv, Heyfa, Qudsa Dagirbûyî, Bêr Ul Sêb, Rîşûn Letsiyon û Hertzliyayê bûne meydana xwenîşandana dijî kabîneya rastgir û tundrê ya Netanyahû.

 

Serepeyv