Adar 03, 2023 16:41 Asia/Tehran
  • Rêveberê Giştî yê IAEA’yê derbasî Tehranê bû

Rêveberê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) ji bo hevdîtina digel rayedarên Komara Îslamî ya Îranê îro (Înî) derbasî Tehranê bû.

Li gorî rapora IRAN Press’ê, “Rafael Grossi” Rêveberê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) di dema gihîştina bo Tehranê da ji aliyê “Bêhrûz Kemalvendî” Berdevk û Alîkarê Karûbarên Navneteweyî, Hiqûqî û Meclîsê yê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê va hat pêşwazîkirin.

“Hisên Emîr-Ebdullahiyan” Wezîrê Karên Derve yê Îranê vê dawiyê di gotûbêja bi Kanala CNN’a Amerîkayê da got, Peywendiya Îran û Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê di rêya xwe ya durist û xwezayî da ye.

Wî her wiha got, Tehran bi rêya navcîyan, aşkira ragihandiye amerîkiyan ku hema wisa di rêya lihevkirinê da ye.

 

Serepeyv