Kongireya Akademîya Pizişkên Çavan a Asya- Oqyanûsîyê; Baştirîn nivîsar ji Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i339851-kongireya_akademîya_pizişkên_Çavan_a_asya_oqyanûsîyê_baştirîn_nivîsar_ji_Îranê
Nivîsara mamostayekî Zanîngeha Zanistên Pizişkî ya Meşhedê wek baştirîn nivîsara zanistî di Dewra 38an a Kongira Akademîya Pizişkên Çavan a Asya- Oqyanûsîyê di sala 2023yê da hat bijartin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 01, 2023 13:15 Asia/Tehran
  • Kongireya Akademîya Pizişkên Çavan a Asya- Oqyanûsîyê; Baştirîn nivîsar ji Îranê

Nivîsara mamostayekî Zanîngeha Zanistên Pizişkî ya Meşhedê wek baştirîn nivîsara zanistî di Dewra 38an a Kongira Akademîya Pizişkên Çavan a Asya- Oqyanûsîyê di sala 2023yê da hat bijartin.

 

Sîyamek Zarêyî mamosteyê Koma Pizişkên Çavan a Zanîngeha Zanistên Pizişkî ya Meşhedê bi nivîsara têkildarî şêwaza niştegerîyê ya herî nû ya bi teknolojîya layzerê bêyî bikaranîna kêr û birrînê, ji hêla dahênerî, darêj û raberkirinê xelata baştirîn nivîsarê di dewra 38an a Kongira Akademîya Pizişkên Çavan a Asya- Oqyanûsîyê di sala 2023yê dabi dst xist.

Kongira Akademîya Pizişkên Çavan a Asya- Oqyanûsîyê her sal ji hêla vê akademîyê va bi hevkarîya Federasyona Navnetewî ya Pizişkên Çavan û Akademîya Pizişkên Çavan a Amerîkayê va tê lidarxistin. 

Nişteger û pizişkên çavan ên ji seranserî dinyayê di vê kongirê da dicivin û zanînên xwe biroj dikin û bi hev re danustandinê dikin.

Dewra 38an a Kongira Akademîya Pizişkên Çavan a Asya- Oqyanûsîyê li şarê Kuvalalampûr ê Malêzîyê di halê lidarxistinê da ye.