Balyozê Îranê: Bila boykotên dijî Sûrîyê bên rakirin
Balyoz û Wekîlê Dayimî yê Îranê li NY dîyar kir ku erdheja wêranker a vê dawîyê rewşa giran a mirovahîyê li Sûrîyê girantir kirîye û xwest ku boykotên narewa yên dijî Şamê demlidest, tam û bêyî merc bên rakirin û alîakrîyên mirovdostîyê bo Sûrîyê jî bên zêdekirin.
Balyoz û Wekîlê Dayimî yê Îranê li NY herwiha got: Îran ji wan yekem welatan bû ku alîkarîyên mirovdostîyê bo mexdûrên erdhejê yên li Tirkîye û Sûrîyê şand.
Îrewanî herwiha got: Ji bo ku qeyrana mirovî ya nika li Sûrîyê bi awayekî kêrhatîtir bê berçavgirtin, divê civaka navnetewî giranîya karê xwe bide ser rakirina boykotên nemirovane dijî gelê Sûrîyê û boykotên yekalî ku binpêkirina aşkira ya qanûnê navnetewî û menşûra NY ne, bidestxistina hewcedarîyan bo gelê Sûrîyê dijwartir kirine û bûye sebeb ku şîyana sazî û dezgehên hikûmî ji bo raberkirina xizmetên berayî û çêtirkiina istandardên jîyanê were bisînorkirin.