Sibat 28, 2023 21:17 Asia/Tehran
  •  Wezîrê Karên Derve yê Îranê bi Serokê Civata Giştî ya NY’yê ra hevdîtin pêk anî

Wezîrê Karên Derve yê Îranê li Genevayê digel Serokê Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) hevdîtin û gotûbêj kir.

Li gorî rapora Fars News’ê, “Hisên Emîr-Ebdullahiyan” Wezîrê Karên Derve yê Îranê di dewama hevdîtinên xwe li genevayê berêvara Sêşemiyê bi “Çaba Kroşî” Serokê Civata Giştî ya NY’yê ra hevdîtin pêk anî.

Di vê hevdîtinê da “Filippo Grandi” Komîserê Bilind ê Penaberan ê NY’yê, “António Vitorino” Rêveberê Giştî yê Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM), “Maryana Spolcanîk” Seroka Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor û “Ramesh  Rajasingham” Nûner û Serokê Ofîsa OCHA’yê (Hevahengkera Alîkariyên Însandostane ya NY’yê) beşdar bûn.

 

Serepeyv