Keştiyên şêrr ên Îranê li perravên Brezîlê lenger girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i339832-keştiyên_şêrr_ên_Îranê_li_perravên_brezîlê_lenger_girtin
Du keştiyên şêrr ên Komara Îslamî ya Îranê tevî zextên Amerîkayê, bi destûra fermî ya hikûmeta Dasîlva Serokkomarê Brezîlê li perravên vî welatî lenger girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 28, 2023 11:48 Asia/Tehran
  • Keştiyên şêrr ên Îranê li perravên Brezîlê lenger girtin

Du keştiyên şêrr ên Komara Îslamî ya Îranê tevî zextên Amerîkayê, bi destûra fermî ya hikûmeta Dasîlva Serokkomarê Brezîlê li perravên vî welatî lenger girtin.

Li gorî rapora IRAN Press’ê, Rêveberîya Bendergeha Riyo Du Janîroyê (Rio de Janeiro) bi daxuyaniyekê ragihand: “Mekran” û “Dêna” du keştiyên şêrr ên Îranê roja Yekşemiyê gihîştin perrava vî bajarî, lê tevî zextên Amerîkayê destûra lengergirtina wan hatiye dayîn.

Destpêka vê mehê medyayan ragihandin ku Brezîlê di bin zextên Amerîkayê da daxwaza Îranê ji bo lengergirtina keştiyên şêrr li Riyoyê qebûl nekiriye.