Wezareta Karên Derve ya Îranê: “Îran di şerê Ukraynê de bêalî ye”
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i339799-wezareta_karên_derve_ya_Îranê_Îran_di_şerê_ukraynê_de_bêalî_ye
Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê di daxûyaniyekê de ragihand: “Hikûmeta Îranê tevî ku rêzê ji her du gelên Ukrayn û Rûsyayê digre, cardinê mixabiniya xwe derheq dewama şer û pevçûnê radigihîne û teqez dike ku helwêsteke bêalî heye.”
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 27, 2023 10:21 Asia/Tehran
  • Wezareta Karên Derve ya Îranê: “Îran di şerê Ukraynê de bêalî ye”

Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê di daxûyaniyekê de ragihand: “Hikûmeta Îranê tevî ku rêzê ji her du gelên Ukrayn û Rûsyayê digre, cardinê mixabiniya xwe derheq dewama şer û pevçûnê radigihîne û teqez dike ku helwêsteke bêalî heye.”

Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê di daxûyaniyekê de derbarê şerê Ukraynê de ragihand: “Helêwsta bingehîn a Komara Îslamî ya Îranê wek welatê ku bi xwe gorriyê şêr, gef û boykotên yekalî yên Amerîka û welatên Rojavayî bûye, rêzgirtina ji rêziknameya NY’yê û mafên navneteweyî, yekperçetiya axê û beranberîya hakimiyetan e.”

 Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê teqez kir, Komara Îslamî ya Îranê her tim bo çareserkirina pirsgirêka di navbera hikûmetan rêya gotûbêj û dîplomasiyê hildibjêre.

 Di vê daxûyaniyê de hatiye destnîşankirin, bîr û hizra serdestîxwazî û yekalîşopiyê yên serdema Şerê Sar ji aliyê Amerîka û hinek Welatên Rojavayî bi rêya siyasetên neteweyî û peyman û hevhatinên navçeyî (mîna NATO’yê) yek ji hegerên bingehîn ên piraniya qeyranên cîhanê ji wan qeyrana niha ya Ukraynê bûye.