General Selamî: Mûşekên Crouse ên dengbirr dê bên pêşxistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i339762-general_selamî_mûşekên_crouse_ên_dengbirr_dê_bên_pêşxistin
Serfermandarê Sipaha Pasdarên Şoreşa Islamî ya Îranê pêgirî kir: Mûşekên Crouse ên dengbirr dê bên pêşxistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 25, 2023 12:14 Asia/Tehran
  • General Selamî: Mûşekên Crouse ên dengbirr dê bên pêşxistin

Serfermandarê Sipaha Pasdarên Şoreşa Islamî ya Îranê pêgirî kir: Mûşekên Crouse ên dengbirr dê bên pêşxistin.

Serdar Serleşker (genralê duyê) Hisên Selamî amajeyî pêşxistina mûşekên Crouse ên Îranê kir û got: Mûşekên Crouse ji ber ku wek balindeya bi baskê rawestayî difirrin, leza wan ne zêde ye, lê curên wan ên sûpersonîk û dengbirr tên pêşxistin.

Serfermandarê Sipaha Pasdarên Şoreşa Islamî ya Îranê di dawîya Mêhrigana Netewî ya Têkoşeran a ku li balyozxana Amerîkayê ya berê li Têhranê hat lidarxistin, amajeyî işkestên bi dû hev ên amerîkîyan himberî gelê Îranê kir û got: Amerîkî li meydana şerê leşkerî têk çûne lewma hemî şîyan û hêzên xwe yên istiratejîk dijî Îranê xistinew dewrê.

Serfermandarê Sipaha Pasdarên Şoreşa Islamî ya Îranê herwiha bi bîr xist ku kûratîya istiratejîk a Komara Islamî ya Îranê heta Deryayên Sipî û Sor berfire bûye, dîyar kir: Roja îro em li rex Deryayên Sipî û Sor in û me dijmin perçe kir.

Mûşeka Crouse a bi birra 1650 kîlometran di rêza mûşekên Komara Islamî ya ranê da cî girtîye ku wek bibîranîna şehîdên parêzgeha Kurdistanê navê ``Pave`` lê hatîye kirin. 

Serdar Serleşker Selamî herwiha got ku dijmin qet nikarin mertala berevanîya esmanî ji bo sekinîna himberî mûşekên Îranê yên balestîk ên ji cura Hyper Sonic çêkin û dîyar kir: Leza vê cura mûşekê 13 Makch e û dikare xwe bigihîne bazineya topa erdê jî.