Destpêbûna sûdwergirtina ji tonêla veguhestina avê bo gola Ûrmîyê bi amadebûna Serokomarê Îranê
Sûdwergirtina ji tonêla veguhestina avê ji bendava Kanî Sêvê bo gola Ûrmîyê bi amadebûna Serokê Komara Islamî ya Îranê dest pê bû.
Sûdwergirtina ji tonêla veguhestina avê ji bendava Kanî Sêvê bo gola Ûrmîyê ku 36 kîlometran dirêj e, bi amadebûna Serokê Komara Islamî ya Îranê Seyîd Ibrahîm Reyîsî dest pê bû.
Di merasima destpêkirina sûdwergirtina ji vê tonelê da bilî Serokê Komara Islamî ya Îranê, Wezîrê Avm Ceryan û Enerjîyê, Parêzgarê Azerbaycana Rojava û gellek rayedarên leşkerî û îdarî yên welêt û parêzgehê pişikdar bûn.
Ev tonêla 36 kîlometran dirêj e û ji bo amadekirina wê 35 hezar milyard Rîyal hatîye xerckirin ku avê ji bendava Kanî Sêvê vediguhêze gola Ûrmîyê.
Çiqa duyê ya vê pirojê jî li gorî gotina berpirsên têkildar yê sala bê were amadekirin.