General Hacîzade: Berjewendîya Amerîkayê di têkbirina ewlehîya rojavaya Asyayê da ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i339757-general_hacîzade_berjewendîya_amerîkayê_di_têkbirina_ewlehîya_rojavaya_asyayê_da_ye
Serdar Sertîp (general) Emîr-Elî Hacîzade Fermandeyê Hêza Hewayî ya Sipaha Pasdarên Şoreşa Islamî got: Berjewendîya Amerîkayê di têkbirina ewlehîya rojavaya Asyayê û heta ya cîhanê da ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 25, 2023 09:25 Asia/Tehran
  • General Hacîzade: Berjewendîya Amerîkayê di têkbirina ewlehîya rojavaya Asyayê da ye

Serdar Sertîp (general) Emîr-Elî Hacîzade Fermandeyê Hêza Hewayî ya Sipaha Pasdarên Şoreşa Islamî got: Berjewendîya Amerîkayê di têkbirina ewlehîya rojavaya Asyayê û heta ya cîhanê da ye.

Fermandeyê Hêza Hewayî ya Sipaha Pasdarên Şoreşa Islamî di hevpeyvîneke bi boneya roja 3`yê Şe`banê ku Roja Pasdaran e, got:Berjewendîya Amerîkayê di têkbirina ewlehîya rojavaya Asyayê û heta ya cîhanê da ye; şerê Îran û Iraqê, êrişa ser Efganistanê, 2 şer li Iraqê, êrişa Erebistanê ser Yemenê û şerê hibmerî DAIŞê û Rejîma Sîyonîst ji nîşaneyên vê yekê ne, heke me xurt nebin, ew şerana yê bipekin nava Îranê.

Wî dîyar kir ku em wek Hêza Hewayî ya Sipahê ji destpêkê va bi dû vê yekê bûne ku şîyana Amerîkayê ya şerkirinê pûç bikin û got: Binkeyên amerîkîyan demekê bi kêrî wan dihatin lê roja îro em her dema bixwazin dikarin êrişî wan ibkin. Em nika dikarin bi kerema ilahî paporên amerîkî li dûratîya 2 hezar kîlometran bikin armanc ku ev 2 hezar kîlometr jî bo rêzgirtina l iewrûpîyan ku bi hezkirina Xwedê ewrûpî dê rêz û hurmeta xwe ragirin. 

Fermandeyê Hêza Hewayî ya Sipaha Pasdarên Şoreşa Islamî amajeyî dawîn destkevtên vê hêzê di çêkirina mûşekên Crouse da kir û got: Mûşeka Crouse a bi birra 1650 kîlometran di rêza mûşekên Komara Islamî ya ranê da cî girtîye ku wek bibîranîna şehîdên parêzgeha Kurdistanê navê ``Pave`` lê hatîye kirin.