Reyîsî: “Sipaha Pasdaran karnameya ronî ya têkoşîna dijî terorîsmê ser navê xwe tomar kir”
Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî pîrozkirina salvegera jidayîkbûna Îmam Hisên (S) û “Roja Pasdaran”, got: “Roja îro Sipaha Pasdaran karnameya ronî ya têkoşîna dijî terorîsmê ser navê xwe tomar kiriye.”
Li gorî rapora IRNA’yê, ‘Seyid Îbrahîm Reyîsî’ Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Înîyê di rêûrisma rêzgirtin ya bi boneya salroja jidayîkbûna Îmam Hisên (S) û “Roja Pasdaran” li koma pasdarên parêzgeha Azerbaycana Rojava li bakurê rojavayê Îranê got: “Roja îro dijmin bi bihîstina navê Sipahê bi hej û lerzê dikevin p kêşeya wan digel vê hêza pîroz ev e ku Sipah li dû berevanîya ji nirxên îlahî, gel û welêt e.”
Reyîsî bi gotina vêya ku roja îro ewlehiya welêt ji ber kef û xebata Sipahê ye, got: “Dijminan bi caran rûbirûbûna digel Îrana îslamî ceribandine û têk çûne û bi xwe jî ev yek ragihandine.”
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vêya ku têkçûn rewşa hertimî ya dijminan li hemberî Komara Îslamî ye, got: “Berevanîya Pîroz, Şerê aborî û şerê medyayî û propaganda hin war bûn ku dijmin hertim tê da tûşî şikestê bûn.”