Sibat 24, 2023 14:10 Asia/Tehran
  • Hevdîtin û rawêjkarîyên Wezîrê Karên Derve yê Îranê li Iraqê didomin

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, bi Serokê Civata Bilind a Îslamî û hin rayedarên hizbî yên Iraqê ra hevdîtin pêk anî.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê “Hisên Emîr-Ebdullahîyan” di dewama hevdîtina digel rayedarên iraqî da bi Serokê Konseya Bilind a Dadwerîyê ya Iraqê “Fayiq Zêydan” ra derheq mijarên curbicur gotûbêj kir.

Emîr-Ebdullahîyan amajeyî pêngavên hiqûqî yên Îranê derheq dosyeya terorkirina şehîd serdar Silêmanî kir û xwest ku alîyê iraqî karên pêwîst ên mayî derbara vê dosîyê da bike.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê bi Rawêjkarê Ewlehîya Netewî ya Iraqê “Qasim El Erecî” ra jî hevdîtin pêk anî û ji ber hewlên wî derheq mijarên emnî yên têkildarî sînorên her du welatan destxweşî lê kir.

Emîr-Ebdullahîyan di dewama hevdîtinên digel rayedar û kesayetîyên sîyasî yên iraqî da, bi Serokê Civata Bilind a Iraqê “Şêx Humam Hemûdî” ra hevdîtin pêk anî.

 

Serepeyv