Amadebûna Îranê ji bo bicihanîna projeyên avê yênhevpar bi Iraqê re
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i339718-amadebûna_Îranê_ji_bo_bicihanîna_projeyên_avê_yênhevpar_bi_iraqê_re
Wezîrê Ceryan, Av û Enerjiyê ragihand ku Îran ji bo bicihanîna projeyên avê yên bi Iraqê re amade ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 23, 2023 06:21 Asia/Tehran
  • Amadebûna Îranê ji bo bicihanîna projeyên avê yênhevpar bi Iraqê re

Wezîrê Ceryan, Av û Enerjiyê ragihand ku Îran ji bo bicihanîna projeyên avê yên bi Iraqê re amade ye.

Wezîrê Ceryan, Av û Enerjiyê yê Îranê Elî- Ekber
Mêhrabiyan şeva buhurî li rex hevdîtina bi Ewn Ziyab
Ebdulah, Wezîrê Av û enerjîyê yê Iraqê got: Me bi Iraqê re
çavkaniyên hevpar hene ku di warê sûdwergirtina baş a ji
wan çavkaniyan da muzakireyên baş pêk hatin.
Wezîrê Ceryan, Av û Enerjiyê yê Îranê got: Me hin
pêşniyar ji aliyê Wezîrê Av û enerjîyê yê Iraqê ve, ji bo
cihanîna hevpar a projeyên avê wergirtin ku em ê
van pêşniyaran di çarçoveya soz û rêkevtinameyên di
navbera her du welatan da hilkolînin û pêşda bibin.
Wezîrê Av û enerjîyê yê Iraqê Ewn Ziyab Ebdulah jî got: Di
hevdîtina bi Wezîrê Ceryan, Av û Enerjiyê yê Îranê re, me
li ser cihanîna projeyên hevpar ên avê yên wekî lêkirina
bendavan, gotûbêj kir û herwiha biryar hat dayîn ku her
du alî avakirina rawestgehên destnîşankirina asta barîna
baranê li ser çemên hevpar bixin nav destûrkara xwe da.