Sibat 22, 2023 18:38 Asia/Tehran
  •  Pêgirîya Serokkomarê Iraqê ser berfirekirina hevkarîyên bi Komara Îslamî ya Îranê ra

Serokkomarê Iraqê xwest ku hevkarîyên vî welatî û Komara Îslamî ya Îranê bên berfirekirin.

Serokkomarê Iraqê “Ebdulletîf Reşîd” îro di hevdîtina digel Wezîrê Karên Derve yê Îranê “Hisên Emîr-Ebdullahîyan” da li Bexdayê pêgirî ser berfirekirina hevkarîyên her du welatan ên di warên curbicur da kir.

Serokkomarê Iraqê ji ber ku Komara Îslamî ya Îranê gazî wî kir ku seredana Tehranê bike, destxweşî li Îranê kir û got ku peywendîyên her du welatan giştalî û kûr in.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Hisên Emîr-Ebdullahîyan jî got ku tenê di navbera her du dewletan da peywendî tine belkî têkilîyeke kûr û nêzîk di navbera her du gelên Îran û Iraqê da heye.

Hatîye ragihandin ku di civîna Emîr-Ebdullahîyan Ebdulletîf da basa deynên Iraqê bo Îranê, ewlehîya sînoran, xebata şirketên îranî û ramalîna Çemê Ervend’ê jî hatîye kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê li gorî gazîkirina fermî ya hevpîşeyê xwe yê iraqî şeva buhurî digel desteyekê çû Bexdayê.

 

 

Serepeyv