Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê dê serdana Iraqê bike
Sibat 20, 2023 18:32 Asia/Tehran
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê dê ji bo hevdîtin û şêwirîna digel rayedarên iraqî biçe Bexdayê.
“Hisên Emîr-Ebdullahiyan” Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê li gorî bernameya darêştî biryar e dawiya vê hefteyê serdana Iraqê bike.
Li gorî rapora ISNA’yê, Serdana Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê bo Iraqê li ser vexwendina hevpêşeyê wî yê iraqê “Fuad Hisên” pêk tê.
Ev serdan di çarçova peywendiyên dualî navbera Îran û Iraqê ye.