Sibat 20, 2023 17:11 Asia/Tehran
  • Berhemek ji bo pêşîgirtin li şînbûna kifşik û kuvarikan li nav xwereka teyr û tewalan

Lêkolerên şîrketeke îranî ya dahêner karîn berhemekê di warê xwereka teyr û tewalan berhem bînin ku asta karayîyê di xwedîkirina ajel û balendeyan da xurt dike.

“Seyid Hadî Hisênî” ji lêkolerên vê projeyê di gotûbêja bi ISNA’yê ra bi gotina vêya ku vê şîrketê xebata xwe di warê madeyên zêdekirî li xwereka teyr û tewalan da dest pê kir, got: “Me di vê rêkê da karî çend berhemên zanistbingeh çê bikin.”

Wî Toxin binder’a 5 û 10 wek pişkeke ji berhemên vê şîrketê bi nav kirin û got: “Ev berhem xwereka teyr û tewalan pêk tîne.”

Di pîşeya teyr û tewalan da ji ber ku şert û mercên şînbûna kifşik û kuvarikan li nav gelek xwerekên heye, kifşik û cûreyên kuvarikan li nav wan şîn dibin û ev yek dibe sebeba stewrbûn û jidestçûna şiyana fertîlîzasyonê, vijikîbûn û pirsgirêkên din li ajelan û di dawî da berhema ku ji wan tê bidestxistin û ji aliyê mirov va tê bikaranîn, dikare şêrpenceyê pêk bîne.

 

Serepeyv