Kenanî: “Bêdengîya welatên rojavayî himber cinayetên Rejîma Sîyonîst sedema şermê ye”
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê tevî şermezarkirina êrişên Rejîma Sîyonîst ser hin deverên Şamê û derdora vî şarî, bêdengmayîna welatên rojavayî himber binpêkirina berdewam a serwerî û yekperçetîya axa Sûrîyê bi destê Rejîma destdirêjker a sîyonîst sedema şermê zanî.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê “Nasir Kenanî” amajeyî domandina êrişên nû yên Rejîma Sîyonîst û koma terorîst a DAIŞê ser gelê Sûrîyê kir û têkilîya van du alîyên terorîst babeteke asayî û xwezayî zanî ku di halekî da ku gelê Sûrîyê bi dûhatên wêranker ên erdhejê ra rûbirû maye, hewil didin êş û derdên gelê vî welatî giran û zêde bikin.
Kenanî ji civaka cîhanî û dezgehên navneteweyî yên berpirs ji wan Konseya Emnî ya NY’yê xwest ku himber destdirêjîyên rejîma terorîst a sîyonîst ên ser endamekî NY’yê bertekeke lezgîn, ciddî û kêrhatî nîşan bidin.
Balafirên cengê yên rejîma Israyîlê berbanga îro sînorê hewayî yê Sûrîyê ji hêla Golana dagirbûyî va binpê kirin û êrişî hin deverên başûrê Sûrîyê kirin.
Ev êrişa di halekî da ye ku hikûmeta Sûrîyê ji ber erdheja vê dawîyê mijûlê gihandina alîkarîyan bo mexdûrên erdhejê ye.