“Îran di warê geşbûna berhemanîna polayê di rêza yekê ya cîhanê da ye”
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i339544-Îran_di_warê_geşbûna_berhemanîna_polayê_di_rêza_yekê_ya_cîhanê_da_ye
Sekreterê Civata Berhemînerên Polayê ya Îranê got: “Îran di warê geşbûna berhemanîna polayê di rêza yekê ya cîhanê da ye.”
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 15, 2023 15:52 Asia/Tehran
  • “Îran di warê geşbûna berhemanîna polayê di rêza yekê ya cîhanê da ye”

Sekreterê Civata Berhemînerên Polayê ya Îranê got: “Îran di warê geşbûna berhemanîna polayê di rêza yekê ya cîhanê da ye.”

Sekreterê Civata Berhemînerên Polayê ya Îranê “Seyîd Resûl Xelîfe-Siltanî” pêgirî kir ku li Îranê salê 25 milyon ton pola tê berhemanîn û got: “Komara Islamî ya Îranê di warê geşbûna berhemanîna polayê di rêza yekê ya cîhanê da ye.”

Wî herwiha got: “Li gorî panoramaya plana sala 1404’an divê asta berhemanîna polayê li Îranê rabe 55 milyon tonî ku ev yeka ber dest e.”

Sekreterê Civata Berhemînerên Polayê ya Îranê Seyîd Resûl Xelîfe-Siltanî herwiha gto: “Geşbûna berhemanîna polayê ya salê li Îranê sedî 8 e ku bilî warên pola û petrokîmyayê di ti beşeke din da geşbûneke di vê astê da tineye.”

Wî herwiha got: “Niha bihaya berhemanîna her ton playê li asta cîhanê 600 dolar e ku li Îranê her ton pola bi 70-80 dolarî tê berhemanîn.”