Sibat 15, 2023 17:52 Asia/Tehran
  • Zanîngeha Pikenê Pileya “Mamosteyê Fexrê” da Reyîsî

Serokê Zanîngeha Pikena Çînê wek sipasiya ji ber xizmet û kiryarên Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Pileya “Mamosteyê Fexrê” anku Mamosteyê Şanaz a vê zanîngehê xelatî wî kir.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di roja diduyan a serdana xwe bo Çînê, ji bo gotûbêja digel ramanwer û mamosteyên Zanîngeha Pikenê, çû vê zanîngehê.

Rêûrisma dayîna Pileya “Mamosteyê Fexrê” bo Seyîd Îbrahîm Reyîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi beşdariya serok, mamoste û xwendekarên vê zanîngehgê hat lidarxistin.

Hao Pîng Serokê Zanîngeha Pikenê di vê rêûrsimê da got: Wek sipasiya ji Reyîsî ji bo xizmet û kiryarên wî di rêya xurtkirin û berfirehkirina peywendiyên Îran û Çînê û parastina aştî û aramiyê li navçe û cîhanê, Pileya “Mamosteyê Fexrê” ya Zanîngeha Pikenê xelatî wî tê kirin.

Hêjayî gotinê ye, Zanîngeha Pikenê wek yekemîn zanîngeha neteweyî ya giştalî li Çînê di sala 1898an da hatiye damezirandin.

Zanîngeha Pikenê ji dema damezirandinê va hejmarek ji kesayetiyên binavûdeng ji wan “Mao Zedong” xîmdanerê Çîna hevçerx perwerde kirine.

Ev zanîngeh li cîhanê di rêza 23an a zanîngehên herî baş da ye; her wiha li Asyayê jî di rêza diduyan da cih girtiye.

 

Serepeyv