Serokê Komara Îslamî ya Îranê gihîşte Pikenê
Sibat 14, 2023 14:13 Asia/Tehran
Serokê Komara Îslamî ya Îranê sibeha roja Sêşemiyê li gorî dema xwecihî derbasî balefirgeha navneteweyî ya Pikenê bû û ji aliyê Wezîrê Çand û Geştyariyê yê Çînê va hat pêşwazîkirin.
Li gorî rapora IRAN Press'ê, Seyid Îbrahîm Reyîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê li ser vexwendina fermî ji aliyê "Şî Cînpîng" hevpêşeyê xwe yê çînî di serê desteyeke payebilind a aborî û siyasî da ji bo serdaneke sêrojî çû Çînê.
Ev yekem serdana fermî ya Serokê Komara Îslamî ya Îranê bo Çînê piştî 20 salî ye.
Hevdîtina digel serokkomarê Çînê û îmzekirina belgenayên girîng ên hevkariyên dualî bi amadebûna serokkomarên du welatan, her wiha hevdîtina bi serokwezîr û Serokê Kongreya Neteweyî ya Gel a Çînê ji bernameyên yekem roja serdana Reyîsî ne.