Sibat 11, 2023 14:40 Asia/Tehran
  •  1560 parçeyên stratejîk ên çêkirî li Kompaniya Polayê ya Xûzistanê dê werin nimandin

Rêveberê Giştî yê Kompaniya Polayê ya Xûzistanê qala lidarxistina rêûrisma nimandina 1560 parçeyên çêkirî li Koma Polayê ya Xûzistanê kir.

Sêyemîn Pêşangeha pisporî ya çêkirina xwecihî ya parçe, alav û madeyên bikarhatî li Pîşeya Polayê biryar e ji 13ê Sibata 2023an va bo heyama çar rojan li cihê hertimî yê pêşangehên navneteweyî yên Xûzistanê û bi beşdariya berhemêner, dabînker, Kompaniyên Zanistbingeh û navendên zanistî û lêkolînî were lidarxistin.

“Emîn Îbrahîmî” Rêveberê Giştî yê Kompaniya Polayê ya Xûzistanê ragihand ku rêûrisma nimandin û nîşandana 1560 parçeyên çêkirî li hundirê welêt ji aliyê Koma Polayê ya Xûzistanê va di salên 1400 û 1401ê û dezgeha Pîvandina rêjeya hesinê giştî û metalî li nav hesinê spencî ku bo cara yekem li cîhanê bi destê pisporên Polaya Xûzistanê va hatiye çêkirin, dê were lidarxistin.

Îbrahîmî got: “Di heyama 20 salên derbasbûyî da 25 hezar parçe û di heyama salên 1400 û 1401ê da 1560 parçe li hundirê welêt hatine çêkirin.”

 

Serepeyv