Hişyarîdayîna Îranê derbara karê nebûyî yê bitaluke yê Amerîkayê yê êrişa ser Venezoelayê da
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê êrişa Amerîkayê ser Venezoelayê karê kesanedîtî yê bitaluke zanî ku dê pêsîra hemî welatan bigire.
Ismayîl Beqayî di civîna çapemenîyê ya hefteyê da têkildarî bandora sîyaseta gefbar a Amerîkayê wek karê kesanedîtî yê bitaluke di pergala navdewletî da hişyarî da û got: Binpêkirina berdewam a qanûn u qirarên navdewletî divê civaka cîhanî bigihîne vê qenaetê ku bêyî van isûlana, dê cîhan veguhere daristanê.
Wî kiryara Amerîkayê ya li Venezoelayê kiryarekî bitaluke û binpêkirina serwerîya netewî ya vî welatî zanî ku bi ti awayî nayê rewakirin u pînekirin.
Wî herwiha got: Aştyîa bi zorê, ne tiştek e bilî cîhaneke bêyî qanûn û karekî kesanedîtî ku yê pêsîra hemî welatan bigire.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê di bersiva pirseke têkildarî valakirina binkeya Eyn ul Esedê u ihtimala destpêbûna şêrr li navçeyê da jî got: Valakirina vê binkeya leşkerî di çarçova lihevkirina Amerîka u Iraqê da ye.
Beqayî derbara gotinên Serokwezîrê Rejîma Sîyonîst ên têkildarî Îranê da jî got: Gelê Îranê bi awayekî baş bersiva wê destwerdanê dan. Me dilsozbûna vê rejîmê di şerê danzderojî da dît. Ev yeka nîşan dide ku rejîma dagirker li bnda derfetê ye ku derbê li hevgirtina netewî ya me bixwe. Ev gotinên Netanyahu u hin rayedarên tundrê yên amerîkî tenê ji bo handana bo şîdet u merivkuştinê ne.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê peywendîyên Îran u Libnanê jî mûjûyî zanî û got: Balyozê nû yê Libnanê gihîştîye Têhranê û çav li rê ye ku balyozê me jî di hefteyên bê da bigihêje Beyrûtê.