Borêl: Amerîka êdî ne hevpeymanê Ewropayê ye
Çile 06, 2026 21:55 Asia/Tehran
Berpirsê berê yê Siyaseta Derve ya YE tekez kir ku divê ewropî jibo misogerkirina ewlehiya xwe dewsa Amerîkayê pişta xwe bi hev qahîm bikin.
Cozêp Borêl got: Em di halê derbasbûna ji qonaxekek din a rasitiyê de ne ku ji me re hîn zêdetir zelal dike ku divê bi amûrên xwe berevaniya xwe bikin. Ger leşkerên deryayî li Grînlendê bicih bibin, em ê çi bikin? Gelo em dê hema bêjin divê rêz li yekperçetiya axê were girtin? Borêl bi rexnekirina YE ji ber ku bîr û rayên xwe bi awayekî vebir nexistiye rojevê got: Hin kes ji ber ku Trump di cih û şûna polîsê cîhanê de rûniştiye, keyfxweş in, ji ber ku ew bi rejîmên ku ew jê hez nakin re ketiye pevçûnê.