“Komara Islamî ya Îranê ti wextî ji muzakire û dîplomasîyê dûr neketîye”
Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê got: “Komara Islamî ya Îranê ti wextî ji muzakire û dîplomasîyê dûr neketîye.”
Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê “Hisên Emîr-ebdullahîyan” di peyamekê da bilî pîrozkirina salvegera serketina Înqilaba Îslamî got: “Muzakire û dîplomasî bi armanca bidestxistina berjewendîyên hevpar û dabînkirina herî zêde ya berjewendîyên neteweyî yên Îranê bi awayekî ciddî di destûrkara Îranê da ye.”
Wî amajeyî vê yekê kir ku Îran tevî bêsozîya û astengîderxistina Amerîkayê û her sê welatên ewropî pabendê sozên navneteweyî ye û hevkarîya Îranê bi Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomê (IAEA) ra didome û got: “Îran pêkutîyê dike ku divê Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomî karê teknîkê bike û xwe ji helwestên sîyasî yên bi dilê alîyekî dûr ragire.”
Wezîrê Karên Derve yê Îranê hewlên dijminên Îranê yên bi boykotkirina terorîstî û şopandina sîyaseta tirsandina welatan ji Îranê ku tûşî işkestê bûye bi bîr xistin û got: “Komara Islamî ya Îranê di hemî waran di asteke bilin da li pêş ketîye.”
Ji hêla din ve Serokê Rêxistina Enerjîya Atomî ya Îranê “Mihemed Islamî” jî pêgirî kir ku hewla dijminan ji bo ku wiha nîşan bidin Îran ne hewcedarê teknolojîya navokî ye û idiaya wan a hewla Îranê ji bo bidestxistina çekên leşkerî û bomba atomî tam pûç û derew in û destkevtên Îranê yên navokî di warên tenduristî, pizişkî, jîngeh û pîşeyê da ne.
Serokê Rêxistina Enerjîya Atomî ya Îranê herwiha got: “Mijara rêkevtinameya navokî têkilî bi boykotên dijî Îranê yên bi heceta idiayên alîyên himber ji wan idiaya çêkirina bomba atomê ji hêla Îranê va heye lê alîyên himber sozên xwe bi cih naynin.”