Reyîsî: Destkevtên Şoreşa Islamî yên hemî gelê Îranê ne
Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Şoreşa Islamî û destkevtên wê yên hemî gelê Îranê ji her etnîk û mezhebekê ne.
Serokê Komara Islamî ya Îranê Seyîd Ibrahîm Reyîsî şeva buhurî di civîneke digel hogirên dînên tewhîdî da ku bi boneya rêzgiritna li salvegera çil û çaran a serektina Şoreşa Islamî hat lidarxistin, dîyar kir ku heyama serkevtina Şoreşa Islamî serkevtinên mezin ên gelê Îranê tîne bîra her kesî û got: Ev serkevtin encama agahî û berxwedana hemî gelê mezin ê Îranê bi her zarave, mezheb û bawerîyê ne.
Reyîsî herwiha got: Imam Xumeynî (RE) fêrî me kir ku êşa mirovên din a me ye, ser vî esasî dema li sînorê Tirkîye û Sûrîyê gel tûşî karesatên xwezayî û erdhejê bûne, tu dibê qey em jî tûşî wan bûyer û pirsgirêkan bûne.
Serokê Komara Islamî ya Îranê herwiha got: Roja îro kesên bi navê cihûbûnê li Filistînê zilmê li gelê wî warî dikin, ti têkilîyek bi dînê cihûyan û peyrevên hezretê Mûsa (S) ra tinene.