Emîrebdullahîyan: Îran amade ye her cure alîkarîyekê bide Tirkîye û Sûrîyê
Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê amajeyî erdheja li Tirkîye û Sûrîyê kir û got: Îran amade ye her cure alîkarîyeke mirovdostîyê bide Tirkîye û Sûrîyê.
Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê Hisên Emîrebdullahîyan ji ber erdheja li Tirkîye û Sûrîyê xembarbûna xwe dîyar kir û ragihand: Em wek hikûmet û gelê Îranê şirîkê xema hikûmet û gel nemaze mexdûrên erdheja li welatên cînar, dost, bira û misilman ên Tirkîye û Sûrîyê ne.Emîrebdullahîyan şeva buhurî di hevpeyvîna bi telefonê ya digel hevpîşeyê xwe yê tirkîyeyî da got: Li gorî fermannê Serokê Komara Islamî ya Îranê, Rêxistina Hîva Sor a Komara Islamî ya Îranê ji bo raberkirina alîkarîyên pêwîst bo mezdûrên erdhejê amade ye û di vê çarçovê da duşemê şevê tîma pizişkî û hawargiheştinê ya Hîva Sor a Îranê ji bo alîkarî û hawargiheştinê derbasî Tirkîyê bû.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mewlûd Çavûşoglu jî di vê gotûbêja bi rêya telefonê da amajeyî rewş û zîyana berayî ya ji ber erdhejê kir û ji ber ragihandina hevxwemîyê û alîkarîyê, destxweşî li Serokomar, Wezîrê Karên Derve, hikûmet û gelê Îranê kir.