Hinardekirina kelûpelên ne-niftî yên Îranê asta 52 miliyar dolarî tê perand
Serokê Giştî yê “Rêxistina Berfirehkirina Bazirganiyê ya Îranê” got: “Heta dawiya îsal dê asta hinardekirina kelûpelên ne-niftî yên Îranê bo cara yekem dê bigihêje 52 miliyar dolarî.”
“Elîreza Peymanpak” Serokê Giştî yê “Rêxistina Berfirehkirina Bazirganiyê ya Îranê” di civîna digel nûçegihanan da bi gotina vêya ku çalakkirina dîplomasiya aborî û bazirganiyê ji armancên hikûmeta Îranê ye, her wiha got: “Li ser vê esasê, bikaranîna potensiyelên navneteweyî hin destkeftên baş ji bo welêt pêk anîne.”
“Peymanpak” bi gotina vêya ku sala derbasbûyî asta hinardekirina kelûpelên ne-niftî yên Îranê sedî 40 zêde bûye, got: “Di deh mehên destpêkê yên îsal da bayê 45,3 miliyar dolar kelûpel hatine hinardekirin; ev yek nîşan dide ku hinarekirina kelûpelên ne-niftî yên Îranê zêde ji sedî 17 zêde bûye.”
Serokê Giştî yê “Rêxistina Berfirehkirina Bazirganiyê ya Îranê” tekez kir: “Tevî hebûna hin pirsgirêkan weke pirsgirêka kêmbûna enêrjiyê, şerê Sûriye û Ukraynê û daketina bihayê berhemên metal, asta hnardekirina kelûpelên ne-niftî yên Îranê di mehên dawî da zêde bûye.”