Sibat 06, 2023 08:55 Asia/Tehran
  • Wezîrê Karên Derve yê Îranê: “Terorîsma aborî li welatên serbixwe bêbandor bûye”

Wezîrê Karên Derve yê Îranê di twîtekê da tevî amajeya bi hevdîtin û gotûbêjên xwe digel rayedarên Nîkaragûa, Venezuela û Kûbayê, got: “Terorîsma aborî li welatên serbixwe bêbandor bûye.”

 

Hisên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê Karên Derve yê Îranê di vê twîtê da nivîsî: “Li Nîkaragûa, Venezuela û Kûbayê û di hevdîtina digel rayedarên payebilind da, hevgirtina welatên serbixwe û stratejîk ên Rojavayê Asyayê û Amerîkaya Latîn hat  tekezkirin.”

Wî her wiha nivîsî: “Terorîsma Aborî û bikaranîna mafên mirov wek amûr û darê destan bi armanca pêkanîna zexta civakî di nav gel da li welatên serbixwe bêbandor bûye.”

Emîr-Ebdullahiyan ragihand: “Yekalîtîşopî êdî tûşî asêbûnê hatiye.”

Wezîrê Karên Derve yê Îranê roja 1ê Sibatê ji bo hevdîtina bi rayedarên Nîkaragûayê ra serdana vî welatî kir.

Serepeyv