Asta hinardekirina kel û pelan ji Îranê ji 45 milyard dolarî derbas bû
Serokê Sazîya Pêşxistina Ticareta Îranê ragihand: Asta hinardekirina kel û pelan ji Îranê ji 45 milyard û 300 milyon dolarî derbas bû.
Serokê Sazîya Pêşxistina Ticareta Îranê Elîriza Pêymanpak di hevpeyvînekê da gto: Asta hinardekirinê li Îranê di 10 mehên buhurî da ji 45 milyard û 300 milyon dolarî derbas bû ku anegorî vê demê ya sala buhurî sedî 18 jorda çûye.
Wî herwiha got: Pirrcûrkirina bazarên hinardekirinê di destûrkara dewleta nika da ye.
Serokê Sazîya Pêşxistina Ticareta Îranê herwiha got: Asta hinardekirina niftê jî yê ji 52 milyard dolarî derbas bibe.
Elîriza Pêymnapak herwiha got: Me bazarên baş ên li welatên cînar çalak kirin.
Wî herwiha got: Raberkirina xizmetên teknîkî û muhendisî û pişikdarîya di projên Afrîqa û Amerîkaya Latîn da jî sedî 600 geş bûye.
Serokê Sazîya Pêşxistina Ticareta Îranê di dawîyê da jî got: Li başûr-rojhilata Asyayê jî em gellekî çalak bûne.